PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê diyar kir, welatê wan ji bo parastina berjewendiyên xwe dê hevkariya desthilata Tevgera Talîbanê li Afganîstanê bike.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ji rojnamevanan re destnîşan kir: ‘‘Civînên Talîban û endamên hikûmeta berê ya Afganîstanê berdewam in û armanc veguhestina desthilatê ye ji Talîbanê re û diyarkirina rêjeya beşdariya endam û berpirsên hikûmeta berê ji hikûmeta nû re ye, ku Talîban dê pêk bîne.
Antony Blinken dibêje, berjewendiyên Amerîkayê li gor şiyana xwe piştevanîkirina berdewam e ji wan civînên di navbera Talîban û endam û berpirsên hikûmeta berê ya Afganîstanê re ye.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê eşkere dike, helsengandinê ji bo hewkariyên hikûmeta Talîbanê dikin û take merc û sedemê hewkariya welatê wan ji desthilata Talîbanê re jî tenê parastina berjewendiyên Amerîka ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin