PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, çêkirin û qedandina projeya rêya 150 metrî ya li Hewlêrê pejirand.
Femangeha Medya û Zanyariyan diyar kir, bi armanca temamkirina projeya rêya 150 metrî a Hewlêrê ku rêyeke bazneyî ya girîng a bajarê Hewlêrê ye, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî razemendî nîşan da ji bo destpêkirin û qedandina beşeke din a vê rêyê.
Hat destnîşankirin, beşa duyem a ku dê were vekirin, di navbera rêya (Hewlêr - Şeqlawa) ta rêya (Hewlêr - Koye) de ye û dirêjahiya wê (7.2) kilo metro ye. Bi wê re jî rêyên xizmetkariyê jî wê li gor yasa û rênimayan werin dirustkirin.
Karê rêya bazneyî ya 150 metrî ya Hewlêrê, ji aliyê kompanyaya Hêmin Grup ve tê cibicîkirin û heta niha beşa ji rêya (Hewlêr - Behrike) ta rêya (Hewlêr - Şeqlawa) ku 10 kîlo metro ye temam bûye û di kar de ye.
Bi temambûna projeya rêya 150 a Hewlêrê, gelek qerebalixî li nava bajarê Hewlêrê kêm dibe.
Projeya rêya 150 metrî 70 kîlometro ye û li derdora Hewlêrê digere, ew rêyeke çûna bilez e û ti rawestandin tê de nîne. Beşa duyem a vê projeyê dê were dirustkirin.
Rêya 150 metrî ya bazneyî ya bilez, berdewamiya kolanên din ên giştî yên Hewlêrê ne ku ji rêyên bazneyî yên wek 30 metrî, 60 metrî, 40 metrî, 100 metrî û 120 metrî pêk tên.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin