PeyamaKurd – Berdevkê Talîbanê Zabihullah Mucahîd, ji rojnameya The New York Times (NYT) re behsa jiyana di bin deshilatdariya Talîban de kiriye û gotiye, wê qedexeya muzîkê dîsa li gelemperiyê vegere û jin jî ji bo geştên zêdetirî 3 rojan nikarin derkevin derve.
Berdevkê Talîbanê ji NYTê re daye xuyakirin, “Muzîk di îslamê de qedexe ye, lê em hêvî dikin bêyî zor û fişarê van tiştan bi wan bidin kirin.”
Mucahîd nûçeyên ku dibêjin, Talîbanê dest bi operasyonê tolhildanê kiriye red kirin û li ser jiyana jinan a di bin deshilatdariya wan de gotiye, jina ku bixwaze derkeve derve heger geşta wê 3 roj zêdetir be divê mêr jî ligel wê be, lê ji bo çûna nexweşxane, kar û zanîngehan ev qedexe derbas nabe.
Berdevkê Talîbanê Zabihullah Mucahîd ku çav li rê ye bibe Wezîrê Kulturê yê Afganistanê herwiha destnîşan kiriye ku ji bo ku jin vegerin ser karê xwe şert e ser û rûyê xwe binixumînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin