Macron: Konferans ji bo Iraqê serkeftine

Macron: Konferans ji bo Iraqê serkeftine

PeyamaKurd – Serokê Fransayê Emmanuel Macron li Bexdayê tevlî konferansa Hevkarî û Ortaxiyê ya Bexdayê bû û got:

“Ji bo Iraqê serkeftine.”

Konferans di bin serpereştiya serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî de hat kirin û Tirkiye, Îran, Kuweyt, Arabistana Si’ûdî, Urdin, Fransa, Qatar, Misir, Îmarat û ji 10 welatên din nûner an lîder tevlî konferansê bûn.

Macron konferansê rave kir û weha got:

“Konferansa Bexdayê daxwaza peyman û xwurtkirina  pêwendiyan nîşan dide. Hevkariya Parîs û Bexdayê di têkoşîna li dijî terorê de dewam dike. Kirina hilbijartinên di mehên pêşiya me de ji bo Iraqê serkeftinekî dinê ye. Ji bo guman li ser hilbijartinan çênebin wê Neteweyên Yekgirtî û Yekîtiya Awrûpayê kontrola hilbijartinan bikin. Ez bawerim hilbijartin wê Iraqê bibe pêvajoyeka nû û Fransa naxwaze ti kes tevlî karê hundir yê Iraqê bibe.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin