Serok Barzanî: Dostaniya Fransayê wê her dem di bîra me de bimîne

Serok Barzanî: Dostaniya Fransayê wê her dem di bîra me de bimîne

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî piştî hevdîtina ligel Serokê Fransayê Emmanuel Macron, peyamek belav kir.

Serok Mesûd Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Îro me li Hewlêrê li ser pêşhat û guherînên herî dawî yên Iraqê û Herêma Kurdistanê gotûbêj kir.”

Serok Barzanî di peyama xwe ya ligel wêneyê hevdîtina Macron de destnîşan kir: “Ev derfetek bû ku ez spasiya xwe ji bo dostaniya rast a Fransayê ya ligel Kurdistanê nîşan bidim û her dem dê di bîra me de bimîne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin