PeyamaKurd – Hukumeta welatê Misrê ji bo 5 salan 31 endamên rêxistina Birayên Misliman an ku Îxwan xiste lîsta terorê. Di nav wan de wekîlê murşidê Îxwan keça Hayret Es-Şatir, Ayşe Eş-Şatir jî heye. Şatir bi tewana tevlîbûna grûbekî terorê û bi xebata li dijî dewletê tê tewanbarkirin.
Di sala 2018 an de, dozgeriya Misrê wan kesan bi ‘ji bo bigihên hedefa xwe, tevlî grûbekî terorê bûne, ji bo terorê fînans temin kirine û tevlî tevgerên terorê bûne’ tewanbar kiribû.
Rojnama fermî ya Misrê roja pêncşemê ragihand ku dadgeha cezayê ya başûrê Qahîre bi biryarê 31 kesan û temamê rêxistina Îxwanê xistiye lîsta terorê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin