Îstîxbarata Îranê li Kamyaranê 2 endamên weqfa alîkariyê xist bin çav

Îstîxbarata Îranê li Kamyaranê 2 endamên weqfa alîkariyê xist bin çav

PeyamaKurd – Li Rojhilatê Kurdistanê li navça Kamyaranê li gundê Şaynî 2 Kurdên endamên Weqfa Alîkariya Şaniyê, Fûad Şadî û Îsmaîl Xatarî, ji aliyê hêzên Îranê de hatin xistin bin çav û kes nizane li ku derêne.

Îsmaîl Xatarî ji gundê Şayniyê ye û li navça Pawe dimîne. Di 24ê Temmûz a 2026an de, dema hêzên îstîxbarata Îranê avêtin ser mala diya wî ya li gund, ew jî li mala diya xwe bû û wî xistin bin çav.

Roja dinê di 24ê Temmûzê de Fûad Şadî jî xistin bin çav û kes nizane wî birine ku derê.

Malbat û mirovên wan kes nizane her du Kurdan birine ku derê, ji ber çi wan girtine û tewana wan çiye.