PeyamaKurd – Hêzên îstîxbarata Îranê li Rojhilatê Kurdistanê li Kamyaranê li gundê Lûnê avêtin ser mala xwuşk û birayên hev yên Kurd yên bi navên Kazhal Rahmani û Danial Rahmani û wan xistin bin çav.
Li gor ragihandina Hengawê; sîxurên îstîxbarata Îranê serê siba 6ê Hezîrana 2026an avêtin ser mala her dû Kurdan. Danial Rahmanî di zankoya Senandajê de di beşa endazyariya komputerê de dixwîne.
Dema hêzên dewletê avêtine ser malan, deriyan şikandine û bê sedemekî nîşan bidin wan girtine.
Îstîxbarata Îranê gelek caran bangî wan kiriye, ji wan pirsan kirine û xwestine wan biwestînin. Lê niha kes nizane li ku derê ne û çi pirsan ji wan dikin.