PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Tevgera Talîban a dest daniye ser deshilatdariya Afganistanê ji bo asayîkirina pêwendiyan 4 daxwaz ji Tirkiyê kirine.
Serokê Konseya Aştiyê ya Afganistanê ku nêzîkî Talîbanê ye Dawud Abidî di bernameyeke televizyonê de ragihandiye ku dê destûra ti hêzeke biyanî ya dagirker bo mayîna li Afganistanê neyê dayîn.
Ji bo pêwendiyên ligel Tirkiyê jî gotiye, 4 daxwazên wan hene ku ew jî wiha ne; “Niha Afganistan di bin ambargoyê de ye, pêdiviya me bi xurekan heye. Pêwîste balyozxane bê vekirin û pênase li hikûmeta me bê kirin. Divê em di warê çandiniyê de hevkariyê bikin. Herî dawî jî divê di warê perwerdehiyê de em hevkariyê bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin