PeyamaKurd - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek ragihand ku di çarçoveya dosyaya "sûcê komkujiyê" de ji bo Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu û Afek Moskovitch daxwaza weşandina "bultena sor" hate kirin.
Gurlek diyar kir ku darizandina 35 gumanbaran a li Dadgeha 11an a Cezayê Giran a Stenbolê ya derbarê êrîşa li ser çalakvanên Fîloya Sumudê ya Gerdûnî de berdewam dike.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyê eşkere kir ku li gorî biryara girtinê ya 14ê Tîrmeha 2026an, Wezareta Dadê ji bo lêgerîna navneteweyî serî li Wezareta Karên Navxwe daye û belgeyên pêwendîdar ji Wezareta Karên Derve re jî hatine şandin.
Gurlek got ku ew parastina rêveberiya Netanyahu qebûl nakin û diyar kir, ew ê rê nedin berpirsiyar di bin sîwana "bêcezabûnê" de bimînin û ew ê hemû derfetên hiqûqa neteweyî û navneteweyî bi biryardarî bi kar bînin.