Netanyahû got, ‘Durûtiyê nekin’, Tirkiyê bersiv da…

Netanyahû got, ‘Durûtiyê nekin’, Tirkiyê bersiv da…

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Tirkiyeyê bersiv da daxuyaniyên Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû û rayedarên Îsraîlî yên derbarê axaftinên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan de.

Netanyahû, li ser gotinên Erdogan ên li mîtinga Filîstînê ku Îsraîl wek rêxistineke li hemberî filîstîniyan tawanên şer dike pênase kiribû, got, “Me be sûcên şer îtham nekin. Eger hûn zen dikin ku hûn dikarin me bi sûcên şer îtham bikin, ev durûtiye. Em di dinyayê de artêşa herî bi exlaq in. Hamas mirovan weke mertal bikar tîne. Me tedbîra parstina sîvîlan stendiye. Em paş de venakişin”

Wezareta Derve ya Tirkiyeyê bersiv da û ragihand, “Em îdia û bêbextiyên derbarê Erdogan de yên berpirsên Îsraîlê bi teqezî red dikin. Hin rayedarên îsraîlî tehemula anîna ziman a rastiyan nakin, hewl didin hedefgirtina sivîlan û xedariya qetlîaman piştperde bikin, wê ev hewldanên bêbextiyê û guhertina rojevê encamê nedin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin