PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi wezîrê Brîtanya yê Hêzên Çekdar bi James Heappey re hat cem hev û hevdîtin kir. Di hevdîtinê de balyozê Bexdayê yê Brîtanya Stephen Hickey jî amade bû. Di hevdîtinê de li ser mijara têkoşîna li dijî DEAŞ ê û tehdîda wê ya li ser îstîqrara Iraqê axifîn.
Di hevdîtine de her dû teref ragihandin ku divê civaka navdewletî ji bo têkoşîna li dijî DEAŞ ê destekê bide Herêma Kurdistanê û Iraqê. Wezîr James Heappey ragihand ku wê hêzên wan di çarçoveya koalisyona navdewletî de bi DEAŞ ê re têkoşîna xwe dewam bike.
Wezîr got; ji bo têkoşîna bi terorê re, wê Îngîltere destekê bide Herêma Kurdistanê û Iraqê û di têkbirina DEAŞ ê behsa rola Pêşmerge û Herêma Kurdistanê kir û rola wan bilind nirxand.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber desteka Brîtanyayê ya ji bo li dijî terorê ku destekê daye Herêma Kurdistanê û Iraqê, sipasiya Îngîltere kir. Bi taybetî behsa desteka nûnerên leşkerî yên Brîtanyayê ji bo Pêşmerge kir.
Di hevdîtinê de behsa koordinasyona navbera Pêşmerge û hêzên Iraqê, behsa pêvajoya reforma wezareta Pêşmerge, behsa asayîşa Iraqê û herêmê hat kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin