Rojava | 11 wefat û 291 pêketiyên nû hatin tomarkirin

Rojava | 11 wefat û 291 pêketiyên nû hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku ji ber vîrûsa Koronayê (Covid-19) 11 kesan can daye û 291 pêketîyên nû hatine tomarkirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 11 kesan bi boronayê can daye, 291 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 11 kes jî baş bûne

Hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi vîrûsa Koronayê ketine li gorî amarên fermî gihîşt 25579 kesan, ji wan 2090 kes baş bûne û 863 kes  jî mirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin