PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di Konferansa ‘Iraq: Qedereke Trajedîk’ de gotarek pêşkêş kir û diyar kir: “Ev 100 sal in Bexda naxwaze pirsgirêka gelê Kurd çareser bike” û da zanîn: “Gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe ve, 100 sal e zordarî tam kiriye, mixabin pişt sed salan jî niha gelê Kurdistanê mijûlî bidestxistina mafên xwe ye, wek çawa her dem tirs di dema derbasbûyî de hebûye, îro jî hêj tirs ji niha û rabirdû heye.”
Serokê Herêma Kurdistanê li ser pirsgirêkên Iraqê got, kêşeya Iraqê, “ji pirsgirêka li ser desthilatê pêk tê… ew wê demê dibe girîft ku dema aliyek bixwaze nêrîna xwe bi ser hemû aliyên din de bisepîne, yan bo yekalîkirina pirsgirêkan pena ji bo bikaranîna hêz an ceza bibe, wek her tim li Iraqê rû daye.”
Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê dike, divê Kurdistan hevbeşeke rasteqîn be di dewleta federalî de, beşdariyeke rasteqîn di desthilatê de bi hemû formên xwe ve hebe “ev garantî, seqamgirî û yekperçeyiya Iraqa nû ye.”
Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi serhildana DAIŞê kir li Iraqê û got, “Eger Iraq seqamgir nebe, herêm jî seqamgir nabe… eger qet neguhere, kêşeyên Iraqê neyên çareserkirin, heman xeletiyên siyasî û paşguhxustina pêkhateyan, heman aqliyeta hêz û xwesepandin û nexwendina beramber berdewam be, teqez sibê DAIŞeke din jidayîk dibe.”
Di beşeke din a gotara xwe de Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir, Iraq; wate welatê pêkhateyan, her ji destpêka damezrandinê ve ji sê wîlayet “Mûsil, Bexda û Besre” pêk hatiye, ev sê wîlayet li gor cografya û pêkhateyên kulturî, ji hev cuda bûne. Kurd li bakur, Sunne li naverast û Şîe li başûr. Li gel vê jî çendîn pêkhateyên din ên ayînî û netewî li Iraqê hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin