PeyamaKurd – Endamê Mekteba Siyasî yê PDK ê Hoşyar Zêbarî li ser hilbijartinên Iraqê ji bo çapemeniyê agahiyan da û got ku PDK bi xwe bawere û wê di hilbijartinan de biserbikeve. Zêbarî weha got:
“Hinek teref li ciyan an li ortê di derbarê me de diaxifin û carna li hemberê me zorê bikartînin. Lê em weka PDK, em bi wan re neketin gengeşeyan. Ji ber em bi sebrin. Lê bila bizanibin em dikarin bersiva wan bidin. Helbet ev qaîde di hilbijartinê de qaîdeyekî siyaseta PDK ê ye.
PDK xebata hilbijartinê bi bêdengî dewam dike. Em weka Partî dizanin em ê kengê çi bikin. Çend roj bi şûnde wê PDK xebatên hilbijartinê yên bilez dewam bike. Wê hinek biryar jî bên dayîn.
Temamê namzedan, endamên serok Barzanî û PDK ê ne. Namzedên me ne yên malbatekî, eşîrekî an herêmekî ne. Hilbijartina vê carê ji yên dinan cudaye. Ji ber wê ji hundir û derve de di asta navdewletî de wê çavdêriya wê bi xwrtî bêkirin. Mixabin di nav Kurda de hinek kes hene ku dixwazin destkeftiyên Kurdan ji destê wan herin. Yên bi xwe bawerin divê nûnertiya xelkê nikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin