Tohmetbarên ku li bajarokê Seqlawe 2 polîs birîndar kiribûn hatin girtin

Tohmetbarên ku li bajarokê Seqlawe 2 polîs birîndar kiribûn hatin girtin

PeyamaKurd – Polîsê Hewlêrê diyar kir, ew tohmetbarên ku li bajarokê Şeqlawe 2 polîs birîndar kiribûn, hatin girtin.

Berpirsê polîsê Hewlêrê Dilêr Necar daye zanîn, bi fermana Serokê Hikûmetê û bi çavdêriya Wezîrê Navxwe, hêzên polîs karîn wan du tohmetbarên ku li Şeqlawe 2 polîs birîndar kiribûn bigirin.

Şeva borî Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed serdana wan polîsên birîndar kir ku li nexweşxaneya Rizgarî ya Hewlêrê hatine razandin.

Çend roj berê dema hêzên polîs dixwestin li Şeqlawe du tohmetbaran bigirin, rastî êrîşa wan tohmetbaran hatin û 2 polîs birîndar bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin