Li Îranê îro erdhejek çêbû

Li Îranê îro erdhejek çêbû

PeyamaKurd – Li Îranê, îro erdhejekê bi hêza 5.7 pileyên Rîxter li navçeyên navbera du parêzegehên Çarmehal û Bextyarî û Xozistanê çêbû.

Ajansa fermî ya Îranê IRNAyê ragihand, erdheja îro derdora saet 06:09 çêbûye û navenda erdhejê li parêzgeha Çarmehal û Bextiyariyê bûye.

Navenda Tomarkirina Erdhejan a Saziya Jeofîzîka Zanîngeha Tehranê diyar kiriye, navenda erdheja îro li 33 kîlometreya bajarokê Çilgird, navenda qezaya Kûhrengê li parêzgeha Çarmehal û Bextiyarî bûye.

Li gor heman saziyê, erdhej di kûrahiya 10 km de çêbûye.

Ew erdhej li beşeke parêzgehan Isfehanê jî hest pê hatiye kirin.

Li gorî zanyariyên destpêkê, derdora 20 gundan ziyan dîtine, 7 kes jî birîndar bûne.

Tîmên hewarçûnê ji bo navçeya erdhejê hatine şandin.

Parêzgarê Çarmehal û Bextiyarî Iqbal Ebasî ji IRNAyê re eşkere kiriye, Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Wezîrê Navxwe ji bo şopandina rewşa navçeyê piştî erdhejê, têkilî pê re kirine û ji nêzîk ve rewşê dişopînin.

Navenda parêzgeha Çarmehal û Bextiyarî, bajarê Şehrê Kurd e û Çilgird, cihê ku erdhej lê çêbûye, 90 kîlometran jê dûr e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin