PeyamaKurd – Beriya hilbijartinên pêşwext ên Iraqê ku 10ê Cotmehê têne lidarxistin, bi sê rojan Parlamentoya Iraqê li gorî destûrê tê hilweşandin.
Roja 31ê Adara 2021ê parlamenterên Parlamentoya Iraqê deng dan ji bo roja 7ê Cotmeha 2021ê Parlamento hilweşandina xwe ragihîne.
Li gorî destûra Iraqê her çar salan carekê hilbijartinên Parlamentoya Iraqê birêve diçin û parlamentoya hatiye hilbijartin dengê baweriyê dide hikûmeta nû ya welat.
Serokwezîrê niha yê Iraqê Mistefa Kazimî ku piştî xwepêşandanan hatibû ser kar û hikûmeteke demkî ava kiribû, 7ê Gulanê biryara hilbijartinên pêşwext bo 6ê Hezîrana 2021ê derxist.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê jî ji bo hilbijartinên pêşwext 10ê Cotmeha 2021ê diyar kir ku Yekşema bê birêve diçin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin