Partiyên Kurdistanê 24 jinên parlementer sandin Bexdayê

Partiyên Kurdistanê 24 jinên parlementer sandin Bexdayê

PeyamaKurd – Diencama hilbijartinên di 10 ê cotmehê de partiyên Kurdistanî 24 parlementeran karibûn bişînin parlementoya Bexdayê. Parlementerên jin yên derketine ji Duhok û Silêmaniyê 17, ji Mûsil, Kerkûk û Xaneqînê 7 parlementerin. Bi temamê partiyên Kurdistanî 61 parlementer derketin ku 24 ji wan jinin.

Di hilbijartinên giştî yên 10 ê cotmehê de, KDP 32, KYB 15, Newey Nwe 9, Yekgirtû 4 û Komel 1 parlementer derxist. Di nav parlementerên PDK ê de 10, di YNK ê de 9, di tevgera Nwe de 5 parlementerên jin hene.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin