PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 21ê Cotmehê pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê Mark Brayson kir.
Piştî civînê hat ragihandin, di hevdîtinê de rewşa giştî ya Iraqê ji piştî serkeftina hilbijatinên Encûmena Nûneran û pêşvebirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê hatin guftûgokirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî hêvî xwest encamên hilbijartinan, bibe sedema aramiya Iraqê û çareserkirina rîşeyî ya pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de.
Çaksaziyên Wezareta Pêşmerge, rûbibûbûna metirsiyên DAIŞê û girîngiya cibicîkirina rewşa Şingalê, çend mijarên din ên guftûgoyên hevdîtinê bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin