PeyamaKurd – Encûmena Şaredariya Parêzgeha Hewlêrê sibê 25ê Cotmehê ji bo pesendkirina biryara navçebûna Enkawa û Pîrmamê dicive.
Serokê Encûmena Şaredariya Parêzgeha Hewlêrê Elî Reşîd ragihand, sibê encûmena parêzgehê dicive û deng li ser biryarên qezabûna nehiyeyên Enkawe û Pîrmam dide.
Elî Reşîd got, piştî ku her du nehiyeyên han bi fermî bûn navçe, wezareta navxwe dê dest bi bicihanîna rêkarên îdarî dike.
Serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî çend roj berê ragihandibû, wan biryar daye Pîrmam û Enkawe bikin qeza.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin