PeyamaKurd – Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî do bi Balyoza Awustralyayê ya li Iraqê Paula Ganly re civiya û diyar kir: “Di nav YNKê de guhertinên bingehîn di rê de ne” û ew ê giringî bi şiyan û hêza ciwana bidin û wan bînin pêş.
Li gor daxuyaniya Ofîsa Hevserokê YNKê, Bafil Talebanî di vê civînê de amaje bi pêwîstiya pêşxistina pêwendiyên dostane yên di navbera Herêma Kurdistanê û Awustralyayê de kiriye, bi awayekî ku xizmeta berjewendiyn giştî bike, bi taybet di warê aborî û weberhênanê de sermayedar û karsaz bên handan ku li Herêma Kurdistanê bi sermayeyên xwe weberhênan bikin û alîkar bin ji bo xurtkirina jêrxana aborî ya Herêma Kurdistanê.
Derbarê pirsên siyasî û qonaxa piştî hilbijartinan û egera pêkanîna hikûmeta Iraqê ya nû û beşdariya Kurd de jî Bafil Talebanî eşkere kiriye: “Di rewşa siyasî ya Iraqê de istiqrar tune ye, milmilaniyên herêmî û navçeyê bandora wan a rasterast heye li ser istiqrara siyasî û paşeroja wê hikûmeta ku wê bê pêkanîn, lewra yekane rê û çareser bo gihîştina bi hikûmetekê ku bibe sedema aramî û razîbûna hemû aliyan, pêkanîna hikûmeta şirîkatî û lihevkirî li ser bingeha xizmetkirinê û bernameya reformê û guhertina bingehîn di rêvebirinê de ye, çimku ev rêya dirist e ji bo istiqrara siyasî, aborî, emnî û civakî jî.”
Di beşeke din a axaftinên xwe de, Hevserokê YNKê têkildarî erkên rêxistinî û rastkirina rêbaza partiya xwe daye zanîn: “YNK ber bi guhertinên bingehîn ve diçe û li gor rêziknameyê û hevaltiyê, em ê karên xwe rêk bixin û zêdetir giringî bi şiyan û hêza ciwanan bidin û em ê wan bînin pêş, em ê kadroyan jî li ser bingeha rewşenbîrî û fikrî perwerde bikin û em ê jiyana xwe ya siyasî bi temamî genc bikin.”
Herwiha Bafil Talebanî amaje bi wê yekê kir ku ew wek YNKê hewla çêkirina “yekdengiya niştimanî ya Kurd” didin, “li ser bingeha netewî da ku em bikarin wek hêzeke yekgirtî li navendê berevaniyê li mafên xwe bikin û beşdarek rasteqîn bin di biryar û îdarekirina Iraqê de û dawî bi siyaseta xwesepandin û tundiyê bînin û nakokiyên xwe li ser bingeha Destûra Bingehîn çareser bikin, ku ev niyet jî tenê bi yekgirtîbûna hêz û aliyên siyasî yên Kurdê dê pêk were.”
Li gor daxuyaniyê, di civînê de Hevserokê YNKê û Balyoza Awustralyayê herwiha çendîn mijarên din gotûbêj kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin