PeyamaKurd - Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, bi vexwendineke fermî îro 15ê Îlonê gihîşt Tehranê.
Talebanî, di serdana xwe ya Tehranê de, bi Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re civiya.
Hate diyarkirin ku wê Talebanî ligel Serokê Parlamentoya Îranê Qalîbaf û Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan re jî bicive.
Li gorî zanyariyan, di vê serdanê de wê mijarên wekî ewlehiya sînor, hevkariyên aborî û aramiya heremê bi berpirsên pilebilind ên Îranê re werin gotûbêjkirin.