Husên û Eraqçî danûstandinên Washington û Tehranê nirxandin

Husên û Eraqçî danûstandinên Washington û Tehranê nirxandin

PeyamaKurd - Ofîsa Ragihandinê ya Wezareta Derve ya Iraqê eşkere kir ku Wezîrê Derve Fuad Husên peywendiyeke telefonî ji hevtayê xwe yê Îranî Ebas Eraqçî wergirtiye.

Di destpêka vê peywendiyê de Eraqçî pîrozbahiya dubare destbikarbûna wezaretê li Fuad Husên kir û piştre ew ji hûrguliyên gera dawî ya danûstandinên li gel Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) agahdar kir.

Her du wezîran bal kişandin ser pêşketinên ku di qonaxa dawî de hatine bidestxistin û hêviya encameke erênî anîn ziman.

Herwiha di peywendiyê de rola navbeynkariyê ya Pakistanê pir bilind hat nirxandin û hat destnîşankirin ku beşdariya Qeterê jî di vê qonaxê de ji bo serxistina proseyê pir girîng û stratejîk e.

Banga agirbestê û daxwaza aramiya aborî ya li herêmê

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên, kêfxweşiya xwe li ser geşedanên erênî yên di navbera Washington û Tehranê de anî ziman, lê di heman demê de bal kişand ser metirsiya berdewamiya rageşiya leşkerî ya li herêmê.

Husên tekez kir ku her çiqas hewldanên dîplomatîk hebin jî, pêdivî ye di zûtirîn dem de operasyonên leşkerî yên li Tengava Hurmizê bidawî bibin daku rê li ber karesatan were girtin.

Wezîrê Iraqî daxwaz kir ku karên taybet werin kirin da ku dorpêça li ser Îranê bi temamî were rakirin û aramiyeke aborî vegere navçeyê, daku bi dawîhatina vî şerî jiyana asayî ji bo hemû gelan dîsa dest pê bike.