Husên: Me ji Tehranê xwast ku lêborînê bixwaze

Husên: Me ji Tehranê xwast ku lêborînê bixwaze
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên diyar kir ku di hevdîtinên bi rayedarên rejîma Îranê de, êrişên dawî yên Îranê yên li dijî Hewlêrê hatine rojevê û wan doza lêborînê ji berpirsên Îranê kirine û xwastine ku Îran belgeyên hebûna baregeha Mosadê ya li Hewlêrê pêşkêş bikin.

Fuad Husên di daxuyaniya xwe ya ji bo ajanseke Îmaratê de, ji ber êrîşa mûşekî ya li dijî paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê ku mirovên sivil bûbûn armanc, rejîma Îranê bi tûndî rexne kir.
Husên angaşta rejîma Îranê ku berpirsên wê gotibûn "Me êrişî baregehên Mossadê kirine." destnîşan kir û got: "“Ev êrişa li dijî Hewlêrê, ne êrişa yekem e. Ew jî dizanin ku gotegotên li ser hebûna baregeha Mossadê ya li Hewlêrê propagandayeke derew e." 
Husên diyar kir ku ti kes û alî ji propagandayên Îranê bawer nakin û wiha dom kir: "Ew vê angaştê dikin ku wan terorîstan kirine armanc û baregehên Mossadê bombebaran kirine, lê belê sivîl û zarokek 11 mehî şehîd kirin."

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên tekez kir ku wan di hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên Îranê de behsa van êrişan kirine û her berpirsekî Îranî bi awayekî cuda bersiva êrişê dane û da zanîn ku wan daxwaz ji Îranê kiriye ku ji ber êrîşa li dijî Hewlêrê lêborînê bixwaze û ger hebin, belgeyên hebûna Mossadê pêşkêş bike.
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin