Ji Tom Barrack daxuyaniya hevdîtina Bafil û Qubad Talebanî

Ji Tom Barrack daxuyaniya hevdîtina Bafil û Qubad Talebanî

PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo karûbarên Sûriye û Iraqê Tom Barrack di çarçoveya serdana xwe ya Herêma Kurdistanê de, bi  Serokê Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talabanî û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî re civiya.


Barrack derbarê hevdîtinê de li ser hesabê xwe yê medya civakî got ku wî li ser navê Serokê Amerîkayê Donald Trump, pêşwazî li Serokê Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talabanî û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî kiriye û berjewendiyên hevbeş ên li herêmê nîqaş kirine. 


Tom Barrack, ji bo hevdîtinê kêfxweşiya xwe anî zuman û got ku digel berjewendiyên hevbeş ên sûdewar bo têkiliyên bihêz di navbera Amerîka-Iraqê de berdewama dostaniya ligel Herêma Kurdistanê ya mayînde tekez kirine.