PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li avahiya Wezaretê pêşwazî li Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê Tom Barrack kir ku di heman demê de Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê ye ji bo Sûriye û Iraqê ye.
Derbarê civînê de Tom Barrack li hesabê xwe ya Xyê diyar kir, beriya Lûtkeya NATOyê, me li Enqereyê bi Hakan Fîdan re hevdîtineke berhemdar pêk anî.
Tom Barrack got: "Weke du hevpeyamanên bihêz ku em xwedî gelek armancên hevpar in, hevpariya Amerîka û Tirkiyeyê encamên berçav berhem tîne."
Hêjayî gotinê ye, wê Lûtkeya Serokan a NATOyê di 7 û 8 ê Tîrmehê de li Enqereyê were lidarxistin û tê çaverêkirin Serokê Amerîkayê Donald Trump jî beşdarî bike.