PeyamaKurd – Hikûmeta Herêma Kurdistanê, mesrefên vegerandina termê penaberê di navbera Belarus û Polondayê de can dayî yê Geylan Dilêr, girt ser xwe.
Parlamenterê Kurdistanê Rêbwar Babkeyî îro 30.10.2021ê diyar kir, li ser daxwaza malbata penaberê ku can dayî Geylan Dilêr, li gel aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo vegerandina termê wî axaftiye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî rizamendî nîşan daye.
Herwiha eşkere kiriye, wê hewldanên xwe berdewam bikin ji bo ku di demeke kurt de termê Geylan Dilêr bê vegerandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin