UNITAD: Kurd bi berdewamî bûne qurbaniyên destê teror û tundûtûjiyê

UNITAD: Kurd bi berdewamî bûne qurbaniyên destê teror û tundûtûjiyê

PeyamaKurd - Serokê Encûmena Dadweriyê ya Herêma Kurdistanê, Dadwer Ebdulcebar Ezîz Hesen pêşwazî li Şêwirmendê Taybet û Serokê nû yê Tîma Lêkolînên Navdewletî yên DAIŞê (UNITAD) Christian Richard kir.

Serokê Tîma UNITADê Christian Richard ragihand, ew wek tîma UNITAD ji hevkarî û hevahengiya ligel tîma Encûmena Dadweriyê razî ne û kar û erkên wan li gor pîver û standardên cîhanî ne.

Serokê Tîma UNITADê got, komkirina belge û dokumentên tawanên DAIŞê, armanca sereke ya UNITAD e û amadehiya xwe ji bo bihêzkirin û bilindkirina asta karînên dadwer, endamên dadweriya giştî û lêkolînerên dadwerî, bi riya xuleyên rahênanê nîşan da.

Serokê Encûmena Dadweriya Kurdistanê jî ragihand, Kurd bi berdewamî bûne qurbaniyên destê teror û tundûtûjiyê, dawî nimûne jî rêxistina DAIŞê bû, ji ber wê ew wek Encûmena Dadweriyê ya Herêma Kurdistanê hemû hewlên xwe didin, ta ku terorîst cezayên xwe werbigirin.

Serokê Encûmena Dadweriyê kurteyek li ser çawaniya dadgehkirina tawanbarên DAIŞê ji tîma UNITAD re pêşkêş kir û diyar kir, Herêma Kurdistanê hewl dide dageheke taybet ji bo dadgehkirina tawanbarên DAIŞê damezirîne û ji bo vê mebestê jî daxwaz ji Serokê tîma UNITAD kir, piştavaniya Herêma Kurdistanê bike.

Di dawiya civînê de, her du aliyan tekezî li ser berdewamiya hevkarî û hevahengiyê di navbera xwe de kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin