153 cesedên qurbaniyên enfalan yên li Çolên Semawe tînin Kurdistanê

153 cesedên qurbaniyên enfalan yên li Çolên Semawe tînin Kurdistanê

PeyamaKurd – Li başûrê Iraqê li Çolên Semawe 153 gorîvanên nefalan îro tînin Herêma Kurdistanê. Rayedar ragihandin ku piştî karên wan yên fermî bqedin dê wan teslîmî xaka sar bikin.

Rêvebirê şehîd û enfalan yê bajarê Silêmaniyê Edîb Letîf ji bo Rûdawê gotiye:

“Di gorekî komkî ya li Çolên Semawe bermayiyên 153 gorîvanên nefalan dîtin. Van bermayiyan dê îro bînin Silêmaniyê. Bermayî yên zarok û jinane, ji deverên cuda yên Kurdistanê ne û piştî temamkirina karên fermî dê wan defin bikin.”

Dîtina bermayên gorîvanan û anîna wan ya Kurdistanê ji aliyê dezga şehîdên Herêma Kurdistanê û Tiba Edlî ya Bexdayê de dimeşe. Letîf li ser pêvajoyê got:

“Ji naşên wan nûmûne hatin girtin û wê bi mirovên gorîvanên nefalan re DNA yên wan qiyas bikin. Li gor delîl û meşa pêvajoyê, dê wan li memleketê wan defin bikin.”

Letîf, li ser pirsa ku gorîvan ji kîjan deverên Kurdistanê ne got ku encam bi temamî negihane destê wan û dema bigihê destê wan, dê li gor nûmûna xwînê yên di dest de, dê karibin bêjin bê ji ku dera Kurdistanêne û dê ragihînin.

Li Çolên Semawe ku dikevin Başûrê Iraqê, di komkujiyên ji aliyê rejîma Saddam Huseyîn de, gelek gorên komkî hene ku venebûne. Li gor beyana wezareta şehîd û Enfalan; sedema ku wan goran venekirine, kêmasiya tîma teknîkîye. An ku xebatkarên tîma teknîkî kêm in.