Îran li ser têkiliyên bi Azerbeycanê re axifî

Îran li ser têkiliyên bi Azerbeycanê re axifî

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îranê Huseyin Emîr Abdullahiyan ragihand ku têkiliyên Baku û Tehranê yên cîrantiyê baş dimeşin. Abdullahiyan di malpera wezaretê de ragihandinên xwe yên di derbarê têkiliyên her dû welatan de kir. Wezîr ragihand ku Tehran girîngiyê dide têkiliyên cîrantiyê û weha got:

“Tehran û Baku têkiliyên xwe yên baş yên cîrantiyê dimeşînin. Dibe di navbera me de fikrên cuda hebin lê ya girîng ew e ku îrada mirov hebe da pirsgirêkan çareser bike.”

Wezîrê karên derve yê Azerbeycanê Ceyhun Bayramov ragihand ku weka nûnerên her dû welatan ji bo têkiliyan di her sehayê de bipêş de bibin, di nav têkiliyan de ne û şêwrên wan dewam dikin.

Her dû dewlet ji bo mijarên ku di têgihiştina wan de şaşî hene, ji bo çareserkirina wan di navbera xwe de komîteyekî ava kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin