PeyamaKurd – Dewleta Azerbeycanê bi sedema ku hinek kes li Azerbeycanê xwestibûn li hukumetê darbe bikin û têkiliya wan bi îstîxbarata Îranê re heye, wan xistibûn binçav. Azerbeycan dibêje ku têkiliya wan kesan bi Îranê re heye û Îran wan organîze dike. Li ser mijarê berdevkê wezareta karên derve yê Îranê Nasir Kenanî ragihand ku ti têkiliya Îranê bi wan kesên binçavkirî re tine û bi nivîskî û weha got:
“Ew kesên li Azerbeycanê hatine binçavkirin di navbera wan û Îranê de ne bi fermî ne wekî din ti têkilî tine. Di navbera xelkê Îranê û Azerbeycanê de têkiliyên hissî, dîrokî, olî û eqrebatiyê hene. Hukumeta Azerbeycanê bi van sûcdariyên bê bingeh, meselê kiriye mesela ewlehiyê.
Mafê her dewletekiye ku li hemberê kesên sûcdar û yên qanûnan binpê dikin, bikeve nav tevgerê. Bi sedema ku bi Îranê re têkiliyên wan hene, gelek hemwelatî hatine girtin û zîndanîkirin. Tiştekî weha nehatiye bihîstin û ne tê qebûlkirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin