Serokê DYAê ragihand ku Îran dixwaze peymanê çêke

Serokê DYAê ragihand ku Îran dixwaze peymanê çêke

PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniyeke xwe de ji malpera nûçeyan a Axios re ragihand ku ew li bendê ye di vê heftê de têkiliyên bi Îranê re bidomin.

Trump da xuyakirin ku rayedarên Îranê dixwazin peymanekê çêbikin, lê şertên wan ne ew in ku ew dixwaze û got: "Ev dibe peymaneke dibe ku salek berê me qebûl bikira, lê ew pir çûne pêş."

Di bersiva pirsekê de li ser îhtimalen ji nû ve destpêkirina êrişên li dijî Îranê, Trump anî ziman ku ew her tim vê yekê dinirxîne.

Her wiha Trump bal kişand ser ewlehiya herêmê û destnîşan kir ku artêşa Amerîkayê veguhestina petrolê ya ji Tengava Hurmizê hêsan kiriye; di dawiya hefteyê de herikîna petrolê gihîştiye asta herî bilind a ji destpêka şer û vir ve û zêdetirî 20 milyon bermîlî ji tengavê derbas bûye.

Tê payîn ku di rojeke nêz de navbeynkarên Qatar bi Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî û Nûnerê Taybet ê DYAê yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff re hevdîtinên cuda pêk bînin.