PeyamaKurd - Serokê FIFAyê Gianni Infantino ragihand ku Îran wê beşdarî Kûpaya Cîhanê ya 2026an bibe û maçên wan wê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê werin lîstin.
Gianni Infantino ev daxuyanî di 76emîn Kongreya FIFAyê de li Vancouver, Kanadayê da.
Serokê FIFAyê diyar kir, "Îran wê beşdarî Kûpaya Cîhanê ya 2026an bibe û maçên xwe wê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bilîze."
Îran ku di Koma G ya Kûpaya Cîhanê ya 2026an de ye ku wê ji 11ê Hezîranê heta 19ê Tîrmehê li DYA, Kanada û Meksîkayê were lidarxistin, wê li dijî Belçîka, Misir û Zelanda Nû pêşbirkê bike.
Di vê navberê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî merasîma îmzekirina Fermana Serokatiyê li Ofîsa Oval li ser mijara Îranê şîrove kir.
Trump nêrîna xwe ya erênî li ser daxuyaniya Serokê FIFAyê Gianni Infantino ya ku "Îran wê beşdarî Kûpaya Cîhanê bibe" anî ziman û got, "Ger Jonny wisa bibêje, wê hingê ji bo min baş e. Bila ew bilîzin."