PeyamaKurd - Rayedarên ewlehiyê yên Îranê di nêzîkatiya salvegera çaremîn a koçbûna Jîna (Mehsa) Emînî de gef xwarin û diyar kirin ku ew ê tu nermiyê li hemberî çalakgeran nîşan nede.
Serokê Polîsên Îranê Ehmed Reza Radan di daxuyaniyekê de got ku ew di "şert û mercên şer de" ne û kesên ku bi banga dijminan hewl bidin ewlehiyê têk bibin, dê bi tundî werin cezakirin.
Ev hişyariya Radan di demekê de tê ku partiyên sereke yên opozisyona Kurd a Îranê bang li welatiyan kirine ku di 16ê Îlonê de li herêmên Kurda biçin greva giştî.
Salvegera çaremîn a kuştina Jîna Emînî ku di sala 2022an de bûbû sedema xwepêşandanên berfireh ên bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî", ji aliyê hikûmetê ve bi tedbîrên tund ên ewlehiyê tê şopandin.
Radan her wiha diyar kir ku polîs bi hevkariya Artêş û Spaha Pasdaran di nava amadebaşiyê de ne û destûrê nadin tu tevgerên li dijî dewletê.