Doktorê Mela Bextiyar: Me xwîna wî paqij kir

Doktorê Mela Bextiyar: Me xwîna wî paqij kir

PeyamaKurd – Doktorê Mela Bextiyar Dr. Suha Daşdelen, li ser tenduristiya Mela Bextiyar pirsên Rûdawê bersivand û got:

“Di xwîna Mela Bextiyar de 3 cûre jehr hebû. Di serî de miqdarê civayê (hydrargyrum=zîbaq)) zêde bû. Niha rewşa wî baştire û wê di bedena wî de şopekî mayînde nehêle.”

Doktorê Mela Bextiyar Suha Daşdelen ku li Almanyayê rêvebirê beşa nefrolojiyê ya Nexweşxana Vivantes Humboldt ê ye rû agihand ku ew nizane bê kengê jehrê danê Mele Bextiyar lê ‘ev 3 mehe daîma jehrê danê’.

Dr. Daşdelen ragihand di xwîna Mela Bextiyar de bakir (cu), civa (Hg) û antimon tesbît kirine. Dema Mela Bextiya çûye nexweşxanê, giliyên wî ji mîde û rodiyên wî hebûne û civa li temamê damarên bedena wî bandorê kiriye.

Dr. Daşdelen gotiye ku bi îhtîmaleka mezin bi vexwarinan re maddeyên jehrê dane Bextiyar. Dr. Daşdelen weha got:

“Li hemberê jehrê, bi heba tedawî dikirin û me jî li vê derê dewam kir. Me xwîna wî paqij kir. Me gurçikên wî şûşt. Piştî civa ketibû nav xwînê, tevî proteînan bûbû. Ji ber wê me plazmayê şûşt. Me bi vê rêyê karibû bawer bikin ku civan nava xwînê paqij bûye û ji bedenê derketiye.

Civa dikare li ser bedenê bandoreka berbat bihêle. Ev jehr dikare nehêle gurçik bixebitin. Tiştê em jê ditirisyan bandora li ser mêjî bû. Ev jehr dikare li ser mêjî û sîstema damara bandorên mayînde bihêle. Ez ne bawerim li ser Mela Bextiyar şop bihêle. Ji ber me xwîna wî paqij kiriye, tenduristiya wî gelek başe û bersivê da tedawiyê.

Dikare bimeşe, bigere, bixwe û vexwe. Em ê hinek tehlîlên wî bikin. Paqijkirina xwîna wî, wê çend roj dewam bike. Heya hefteyekî em ê wî ji nexweşxanê derxin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin