Di nav cotyaran de ser derket: 45 kustî

Di nav cotyaran de ser derket: 45 kustî

PeyamaKurd – Li welatê Afrîka li Nîjeryayê li eyaleta Sokotoyê di nav qebîleyên ku cotyariyê dikin de, di du êrîşên çekdarî de 45 kes hatin kuştin. Parêzgerê Sokotoyê Aminu Wezîrî Tambuwal ragihandku li eyaletê li deverên Illela û Goronyo di şer de kesên jiyana xwe dane jimara wan gihaye 45 kesan.

Parêzger ragihand ku gelek kes birîndar bûne û di nexweşxaneyan de tên dermankirin. Di êrîşan de gelek xanî jî hatine wêrankirin.

Li herêmê rewşa awarte hatiye ragihandin û heya fermenekî dinê derketina derve hatiye qedexekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin