Blinken: Em ê baldariya ser kêseya koçberan a li Belarûsê bidomînin

Blinken: Em ê baldariya ser kêseya koçberan a li Belarûsê bidomînin

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, do di serdana Nîjerya de ji rojnamevanan re ser kêşeya koçberan ya li Belarûsê axifî û diyar kir, ew ê baldariya ser kêşeya koçberan a li Belarûsê bidomînin.

Blinken da zanîn, Belarûs hewil dide koçberiyê bike ''mijareke çekan'' û eşkere kir, ew helwesteke ''dûrî mantiqê'' ye.

Wezîrê Amerîkî destnîşan kir, ger pêwîst be Washington wê dijî Belarûsê zêdetir toleyan ragihîne.

Bi hezaran koçberên ji Rojhilata Navîn, li sînorên Belarûs û welatên Yekîtîya Ewropa (YE), Lîtvanya û Polanda asê mane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin