Koçbera Kurd a ji Duhokê li nexwesxaneyeke Polandayê can da

Koçbera Kurd a ji Duhokê li nexwesxaneyeke Polandayê can da

PeyamaKurd – Koçbera Kurd a ji Duhoka Herêma Kurdistanê Evîn Îrfan Zahir, li nexweşxaneyeke Polandayê can da.

Li gor zanyariyan, Evîn Îrfan Zahir xelka parêzgeha Duhokê û dayika pênc zarokan bû, dema koçber bibû du canî bû, lê ji ber serma û bêtaqetbûnê zaroka wê li ber çûbû û li nexweşxaneyeke Polandayê di bin çavdêriyê de bû, piştî 25 rojan do can da.

Evîn Îrfan Zahir bi qaçaxî bi malbata xwe re berê xwe da Belarûsê û ji wir jî derbasî nava xaka welatê Polandayê bibû.

Bi hezaran koçberên xelkê Herêma Kurdistanê û Iraqê bi mebesta derbasbûna nav axa Yekîtiya Ewropayê berê xwe dane Belarûsê û li deverên sînorî yên di navbera Belarûs û Polandayê de asê mane û di rewşên xerab de ne.

Ji bo vegerandina koçberan ji Belarûsê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê hevahengiyê dikin. Heta niha çendîn karwan ji wan koçberan vegeriyan malên xwe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin