Şanda Kurdistanê li Vîyenayê beşdarî civîna qaçaxçîtiya koçberan bû

Şanda Kurdistanê li Vîyenayê beşdarî civîna qaçaxçîtiya koçberan bû

PeyamaKurd - Civîna duyem a berpirsên payebilind ên Hevpeymaniya Cîhanî ya Dijî Qaçaxçîtiya Koçberan, îro 1ê Tîrmehê li Bingeha Navneteweyî ya Viyanayê ya li Awistryayê bi rê ve çû.

Di civînê de, şanda Iraqê bi serokatiya Balyozê Iraqê yê li Awistryayê û Nûnerê Berdewam ê li Neteweyên Yekbûyî Hîşam Elewî amade bû. Herwiha şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi serokatiya Berpirsê Rêxistinkirina Raspardeyên Navneteweyî Dîndar Zêbarî beşdarî civînê bû.

Şanda hevpar di dema xebatên civînê de bal kişand ser hewldan, ezmûn û gavên pratîkî yên Iraq û Herêma Kurdistanê yên di rûbirûbûna qaçaxçîtiya koçberan de.

Hat destnîşankirin ku her du alî bi rêya bicihanîna rêkarên xweparastinê, pêşxistina qanûnî û bihêzkirina hevahengiyên navbera dezgehan, têkoşîneke çalak li dijî vê qaçaxçîtiya koçberan dimeşînin.

Di civînê de, beşdaran giranî da ser stratejiya parvekirin û lihevguhertina zanyariyan li seranserî rêyên koçberiyê. Şanda hevpar tekez kir ku ji bo rêgirtina li torên tawankariyê yên ku koçberan bi kar tînin, divê hevahengî û hevkariya navbera welatên çavkanî, welatên transît û welatên armancê zêdetir were çalakkirin.