PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bi Balyozê Fransa li Iraqê Eric Chevalier civiya û diyar kir, ew êrîşên vê dawiyê yên DAIŞê, metirsiyên rasteqîne ne li ser aramiya Iraq û navçeyê û herwiha gefê li ser asayişa cîhanê jî dike, ji bo wê yekê pêwîst e piştigîriya civak û Hevpeymaniya Navdewletî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê bê bihêztir kirin û Iraq û hevbeşên wê pêkve karên ciddîtir ji bo rûbirûbûna teror û ji navbirina wê bikin.
Li Hewlêrê do êvara Yekşemê 05.12.2021 civîna Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransa li Iraqê Eric Chevalier birêve çû û di civînê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, rasterêkirina proseya siyasî li welat û hebûna aramiya siyasî bi pêwîstiyekê li pêşîneya ji bo rûbirûbûna terorê û têkşikandina yekcarekiya DAIŞê de da zanîn.
Herwiha di civînê de Balyozê Giştî yê Fransa Olivier Decottignies û berpirsên li Serokayetiya Herêma Kurdistanê jî amade bûn. Pêşhatên siyasî û emnî yên Iraqê, hilbijartina Encumena Nûneran û pejirandina encamên wê, hengavên paşerojê ya ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Federaliya Iraqê û bihêzkirina peywendiyên Fransa li gel Iraq û Herêma Kurdistanê hatin guftûgo kirin.
Her du alî hevre bûn ku ji bo rûbirûbûna terorê û têkşikandina DAIŞê, alîkarî û hemahengiya serbaziya Pêşmerge û Artêşa Iraqê û berdewamiya piştigîriya Hevpeymaniya Navdewletî ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîst e. Herwiha li di derbarî vê de birêz Balyozê Fransa li Iraqê, ji bilî sersaxî ya ji bo şehîdên vê dawiyê ya ji destê terorê li Pêşmerge û welatiyan, berdewamiya hemû hevkarî û piştigîriyeke welatê xwe ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê dûpat kir.
Di derbarê Hiûmeta paşerojê ya Iraqê jî her du alî tekez li ser girîngiya pêkanîna Hikûmetek kirin ku cihê rizamendî û komkerê hêz û pêkhatên Iraqê û bersîvderê çaverêyiyan û daxwaziyên welatiyan li aramî û jiyaneke baştir bê, her wiha rûbiruyê gefên niha û paşerojê bibê û rola xwe li parastina aramiya navçeyê de bibîne.
Pêwendiyên Hewlêr û Bexda, rewşa navxweya Herêma Kurdistanê, girîngiya yekrêziya aliyên Kurdistaniyan û hevbeşiya wan ya çalak li Bexda, pejika Kovid_19 û encamên wê, pirsa koç û rewşa penaberan li Belarûs û Polanda, rewşa koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê, rewşa deşta Nînowa û Şingalê, amadehî û rola Fransa li navçeyê bi giştî, pêşhatên dawî yên li Sûriye û çend pirseke dinê ji bo her du aliyan girîng û hevbeş bûn, mijarên din ên civînê bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin