PeyamaKurd - Nûnerê Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê Olaf Scholz îro 8ê Kanûnê di dengdana Parlemantoyê de bi ser ket û piştî 16 salan li şûna Angela Merkel girt.
Seroka Bundestag Barbel Bass ragihand, Scholz ku Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Darayî di hikûmeta Merkel de kar dikir, bi piraniya dengan (395) dengên ji parlemanterên Parlemantoya Almanî bidest xistin.
Schulz piştî ku bi fermî ji aliyê Serokomar Frank-Walter Steinmeier ve hatibû kandîdkirin, dê li pêş parlemanteran sonda yasayî bixwe û piştî nîvro jî Merkel dê Şêwirmendiyê ango serokwezîriyê radestî wî bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin