PeyamaKurd - Komisyona Bilind a Mafên Mirovan li Iraqê ragihandiye ku ji dawiya salên 1990î û heta niha nêzîkî yek milyon kes li Iraqê winda ye û çarenivîsa wan hîn jî nediyar e.
Endamê Komisyona Bilind a Mafên Mirovan li Iraqê Elî Beyatî bi daxuyaniyekê daxwaz ji parlameto û hikûmeta Iraqê kir, projeyasaya azadiya derbirînê, xwepêşandanên aştiyane û yasaya tawanên elektronîkî pesend bike.
Beyatî got, pêwîst e hikûmet kar ji bo parastina xelkê ji revandinê bike, ji ber ku ji dawiya salên nodî û heta niha nêzîkî yek milyon kes li Iraqê winda bûne û çarenivîsa wan nediyar e.
Elî Beyatî bal kişand ser pêwîstiya pesendkirina projeyasaya nehîştina îşkencedana zîndaniyan û got: “Nêzîkî hezar gilî derbarê azadiya derbirînê, îşkencedana zîndaniyan, nebûna lêkolînên şefaf û qerebûkirina zîndaniyan ji bo dadgehan hatine şandin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin