Komek bazirganên Kurd ji çiyê ketin û herî kêm yekî ji wan can da

Komek bazirganên Kurd ji çiyê ketin û herî kêm yekî ji wan can da

PeyamaKurd – Komek bazirganên Kurd, li bajarê Pîranşar yê Rojhilatê Kurdistanê di encama êrîşa pasdarên Îranê de, ji çiyê ketin û herî kêm yekî ji wan can da.

Li gor zanyariyan, derengiya şeva borî derdora saet 02.00, li devera sînorî ya Zewiyan ya Pîranşarê ku nêzîkî sînorê Başûrê Kurdistanê ye, 4 bazirganên Kurd ku dixwestin celebek pez derbasî Başûr bikin, rastî êrişa pasdarên Îranê hatin.

Agahî eşkere dikin, ew bazirganên Kurd neçar man rêya xwe biguherînin, lê ji ber berf û sermayê rêya xwe wenda kirin û ji çiyê ketin.

Di wê rûdanê de yek ji wan bi navê Qadir Baz can da û yên din jî birîndar bûn.

Herwiha tê gotin ku helîkoptera heyva sora ya Îranê hewla rizgarkirina wan daye, lê bi behaneya cihê danînê dîsa vegeriyaye. Ji ber wê jî xelkê gundên derdorê û koma çiyavaniya Helgord ew bazirgan rizgar kirine û ji çiyê anîne xwarê.

Navê wî bazirganê ku miriye Qadir Baz e û xelkê gundê Taze Qela yê Pîranşarê bûye.

Yên birîndar jî ev in: Elî Kose xelkê gundê Tirkeş û Husên Şêwemerî xelkê gundê Şêwemer. Nasnameya yê din jî hîn nehatiye zanîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin