Asayîşa Herêma Kurdistanê: 5 fuze ketin ser herêma sînor

Asayîşa Herêma Kurdistanê: 5 fuze ketin ser herêma sînor

PeyamaKurd – Ajansa asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand ku di şeva borî de, seet li dora 03.10an de, bi 5 fuzeyan li ser sînorê Herêma Kurdistanê xistine.

Li gor ragihandinê; 3 fuze li devera Zirgzêwêla ketine û fuzeyekî li nahiya Sîrwanê li nêzî gundê Gurgeçiya ketiye.

Fuzeya 5an jî li Qeredaxê li navbera gundê Darî Zaynî û Mîrasî Xwarû ketiye. Di encamê de zerar û ziyan açan û mal nebûye.

Hêzên ewlehiyê ragihandin ku ti welatiyekî destê xwe nede perçên fuzeyan û xwe nêzî wan neke.