PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî alozî û pevçûnên navbera hêzên hikûmeta Iraqê û endam û alîgirên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ya bi ser PKKê ve, îro Duşemê tevahiya dezgeh û saziyên fermî yên hikûmeta Iraqê ji nû ve dest bi kar kirin.
Çavkaniyên ji nava Şingalê ragihandine ku li tevahiya saziyên hikûmetê yên li sînorê qezaya Şingalê xebat û karê fermî piştî ku doh ji aliyê Rêveberiya Xwecihî ya bi ser PKKê ve hatibû rawestandin ji nû ve dest pê kiriye.
Rêveberiya Xweser a Şingalê ya nêzî PKKê doh 12ê Kanûna 2021an biryar dabû ku xebata hemû saziyan li Şingalê were rawestandin ku ev biryar piştî êrîşa balafirên Tirki a bi ser avahiya Meclîsa Rêveberiya Xweser a Xanesorê ya li Şingalê hatibû dayîn.
Mala Êzidiyan derbarê girtina saziyên hikûmetê û bûyerên doh li Şingalê rû dabûn de daxuyaniyek belav kiribû û rexne li kiryarên dawî yên PKK-YBŞ girtibûn.
Mala Êzidiyan dabû xuyakirin, ew biryara nehiştina dewama karmendan li saziyên hikûmî yên Şingalê şermezar dikin û rêveberiya bi ser PKKê ve wekî rêveberiyeke neqanûnî binav kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin