Welatiyekî Sûrî yê karê zêringiriyê dikir li Mêrdînê hat kustin

Welatiyekî Sûrî yê karê zêringiriyê dikir li Mêrdînê hat kustin

PeyamaKurd – Welatiyekî Sûrî yê karê zêringiriyê dikir, li navçeya Artuklu ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, di encama êrîşeke çekdarî de hat kuştin.

Do 17ê Kanûna 2021ê, zêringirê bi navê  Îbrahîm Hamse ku dikana wî ya zêringiriyê li cadeya yekem a navçeya Artuklu bû, di dikana xwe rastî êrîşa çekdarî ya du kesan hat û Îbrahîm Hamse li cihê bûyerê can da.

Polîsan li cihê bûyerê dest bi lêkolînan kirin û ew caddeeya ku bûyer lê çêbûye bo trafîkê girtin û li gor zanyariyan wan her du kesan ji bo ku neyên naskirin rûyên xwe bi maskeyan veşartibûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin