Kolberekî Kurd ji bilindahiyê ket û bi giranî birîndar bû

Kolberekî Kurd ji bilindahiyê ket û bi giranî birîndar bû

PeyamaKurd – Kolberekî Kurd li devera Newsûd a Kirmaşanê, ji bilindahiyê ket û bi giranî birîndar bû.

Li gor malpera mafên mirova ya Hengaw diyar kiriye, pasdarên Îranê li devera sînorî ya Newsûd, gule berdane komek kolberên Kurd, lê kolberan karîn ji destê wan rizgar bibin.

Li gorî zanyariyan, yek ji wan kolberan bi navê Fayîq Hemîdî ji bilindahiyê dikeve û bi giranî birîndar dibe.

Ew kolberê birîndar, li bajarokê Pawe hat dermankirin û niha di bin çavdêriyê de ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin