PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wezîrê karên derve yê Îtalyayê Luigi Di Maio ku bi seredana fermî li Herêma Kurdistanê ye, qebûl kir. Li gor ragihandina baregeha serokatiya Herêmê Kurdistanê îro li Hewlêrê Nêçîrvan Barzanî wezîrê karên derve yê Îtalyayê û heyeta pêre ya leşkerî û dîplomatîk qebûl kir.
Di hevdîtinê de serokê Herêmê Barzanî ji ber ku Îtalya destekê da têkoşîna Kurda ya li hemberê DEAŞ ê, destekê da perwerda Pêşmergeyan û alîkariya mirovî da Herêma Kurdistanê sipasiya Îtalyayê kir.
Wezîrê Îtalyayê Luigi Di Maio jî di hevdîtinê de behsa pêvajoya vekişîna leşkerên Amerîkayê ji Iraqê kir û got ku wê desteka Îtalyayê ji bo Iraqê û Herêma Kurdistanê dewam bike.
Wezîrê karên derve yê Îtalyayê Maio, di hevdîtinê de serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi fermî dawetî Îtalyayê payîtext Romayê kir. Maio behsa girîngiya seredanên her dû aliyan ji bo hev kir ku seredan çawa têkiliyan bipêş dixe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin