PeyamaKurd - Hate ragihandin ku wê Îtalyayê bi merasîmeke fermî li Hewlêrê, xelata xwe ya herî bilind a ango Madelyeya Stêrka Îtalyayê ya ji bo kesên dijîn pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bike.
Hate ragihandin ku wê di merasîmê de Balyozê Îtalyayê yê li Iraqê Nicolo Fontana li ser navê Serokkomar Sergio Mattarella, "Madelyeya Stêrka Îtalyayê" ya ji pileyên herî bilind "Siwarê Xaça Mezin" (Cavaliere di Gran Croce) bide Nêçîrvan Barzanî.
Serokê Enstitûya Kurdî ya Romayê Soran Yasîn da xuyakirin ku hêjadîtina vê xelatê ji bo Kurdan destkeftiyeke dîrokî ye ku ev cara yekem e Kurdek vê xelatê werdigire û ev pêngav wekî nasnameyeke fermî deriyên nû yên Romayê ji bo Pirsgirêka Kurd vedike.
Yasîn ji Rûdawê re dayê zanîn, ev hilbijartin encama hevahengiya bihêz a di şerê li dijî DAIŞê de ye ku ji bo Ewropayê metirsiyeke mezin bû.
Hetaniha kesayetên navdar ên mîna Frank Sinatra, Carlo Ancelotti û Jamie Oliver (Brîtanya) ev madelya wergirtine.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab jî ragihand ku ev xelat nirxandina siyaseta rast, hevseng û hêza nerm a Herêma Kurdistanê ye ku di serokatiya Nêçîrvan Barzanî de li ser bingehê bihevrejiyanê û girîngîdayîna bi mafên jinan hatiye meşandin.
Şehab tekez kir ku ev gav ne tenê xelatkirina kesayetiyekê ye, lê belê nîşaneya avakirina têkiliyên kûr û stratejîk e ligel Herêma Kurdistanê.
Hêjayî gotinê ye, pêwendiyên dîplomatîk ên Barzanî û Îtalyayê xwedî dîrokeke zêdetirî 20 salan e û herî dawî di Gulana 2026an de li Romayê li gel Serokkomar Sergio Mattarella civiyabû.